article placeholder
Tirkên baş, Erebên baş, Farisên baş | Şêxmûs Sefer

Ev demeke ez li ser vê yekê difikirim. Bê guman mirovên baş û xerab di her neteweyê de hene û dîsa bê guman ji dêvla hûn xwe nêzîkî mirovekî xerab yê netewa xwe bikin, hûn bêtir dixwazin nêzî mirovên baş yê netewa din bibin. Heta vir normal e. Lê piştî cihekî, ji ber tiştên giştî yên serdestan, mirovekî wan yê baş jî li ber çavê we dikare reş dibe.
Nizanim em Kurd çima li ser serdestên xwe ew qasî mirîne.
Bi gotineke wan em dikarin bavê xwe ji nav mezel derxin û bi saxî diya xwe têxin mezel!
Hema em benda ne ku bi çend gotinên xwe yên pîroz dilê me şa bikin.
Dizanim berê li gundan dema ji bo sixûriyê bang muxtar an gundiyekî dikirin ji qereqolê, ew gundiyên êvarî vedigeriya malê bi kêfxweşî û serbilindî ji derdora xwe re di got; çawîş ji min re got eferim!
Piştî ew qas kuştin, tekoşîn, malxerabî, penaberî, girtîgeh û wêrankirina seranser welatê me hîn jî em di heman derûniyê de ne.
Sartre dibêje; ez ji wan mirovên ku heyraniyekê li hem ber kûjerê xwe hîs dikin nefret dikim.
Di vir de kûjer bêguman serdest in. Wê rojê li welatekî Ewrupayê min bi hevalekî xwe re sohbet dikir û mijar hate ser kuştina leşker û polîsan û got; mixabin em hatin wê radeyê ku bi kuştina wan em êdî naêşin û ev dike ku em ji mirovatiya xwe dûr bikevin.
Gelo ev rast e?
Min jê pirsî; kesên zarokên Kurdan, dayikên Kurdan dikujin, erda wan dagirker dikin, gundê wan dişewitînin, zarokan sêwî dihêlin, bajarên wan bi ser serê wan xera dikin kî ne?
Min jê pirsî gelo ya normal ev e ku yê vê yekê bi me dike em ji wan nefret bikin an jî em bêjin em xûşk û birayên hev in?
Ya rast kîjan e?
Kîjan di berjewendiya me û bê guman di ya mirovatiyê de ye?
Netewên din yên dinyayê ev yek çawa kirine, çi hîs kirine li hem ber serdestên xwe?
Di rastiya xwe de rast e gelo kesek gava sewteyekê li wecê mirov dixe em aliyê wecê xwe yê din nîşanî wî bidin!?
Îcar meseleya me Kurdan hinekî tevlihev e. Frantz Fanon di berhema xwe ya Pedegojiya Bindestan de gelek tişt bi cih kiriye lê bawer im em ji xwendinê jî fêm nakin heta cihekî. Ji ber serdestan bi kodên me yên têgihiştinê jî lîstine!
Duho xanimeke nivîskar ya Tirk, spî, kubar, bi dîksiyoneke xweşik ku em Kurd heta dipeyivin û xwe dişibînin wê û Tirkiya wê wekî mar xwe xwaro maro dikin, hatibû Amedê,  hatibû bi navê ‘dîalogên ber Surê’ ji me re çend galegala bike.
Min kir û nekir lingê min, min bi ber wir ve nebir, eger biçûma min ê tu car xwe efû nekira li gel di demên berê de min ji nivîsê wê jinikê hez dikir jî, anha nikarim tehamûla wê bikim, hetta heta radeyêkê naxwazim li tu derê li tu cihî yekî ji wan jî bibînim.
Lê tiştên min bihîst di asta herî jorîn de ji şaredaran heta nivîskarên Kurd(î) her kes taqim teqlewat li wir amade bûne û xwestine behsa çend dîalogên ber Sûrê bike ji wan re; xanime Tirk, spî, tê ji Kurmancên reş re di nava Sûrê de behsa çîroka Kurdan dike, di Sûrê de…
L i min bibore Fanon min te baş fêm nekiriye, xwezî tu sax bûya û hatiba te jî çend galgal ji me re bikira; belkî bêvila me bişewitiya, li Sûrê…

image

Nûkirina Dawî : 15 Jun 2016 20:27

Xwendin: 799


Derbarê nivîskarde

Di sala 1977 an li Mêrdînê hatiye dinê. 2002 an û vir de li Amedê dijî.Di rojnameya Azadiya Welat de nêzî sê sala rojnamegerî kir. Jiber xebatên xwe yên sendîqayê di sala 1999 an de ji Dersimê sirgunî Anadoluya Navîn Nevşehirê bû. Helbestên wî yê ewil di Jiyan Rewşen de hatin weşandin. Pirtûka wî ya yekem di 2006 an de û ya duyem jî di 2011 an derket. Du heyna di konfederasyona KESK ê de serokatiya sendikayê kir. Di Meclîsa Aşitiya ya Amedê de du salan di sekreteriya wê de xebitî. Gelek caran berdevkiya Platforma Şaxên Sendikayên KESKê ya li Amedê û ya Platforma Demokrasiyê kiriye. Li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn du sala wekî mamosteyê helbestê ders da ye. Çar salên dawî di Komeleya Nivîskarên Kurd de wekî rêvebir û serok cih girtiye û anha jî li Amedê serokatiya Navenda PENa Kurd dike...