Tirkên Urmiyê dijayetiya Kurdan dikin

Li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, medya û malperên internetê yên nêzîkê Tirkên radîkal bi bername Kurdan bi teror û kuştina xelkê tohmetbar dikin. Herwiha daxwazê ji berpirsên ewlekariyê yên Îranê dikin ku Kurdan ji bajarê Urmiyê dûrbixin.
Her malper an jî rojnameyek behsa Kurdan bike, ji aliyê Tirkên radîkal ve bi ’terorîstî’ tên tohmetbar kirin. Di çend rojên borî de herdu malperêm Urumnews û Durnanews ku Kurd bi teror û malwêrakariyê tohmetbar kiribûn, hatin hackkirin.
Lê hejmarek ji malperên wek Dengê Xwendekarên Azerbeycana Başûr, Araznews, Encûmena Gel bo Parastina Rojavayê Azerbeycan û bi dehan malper û ajansên din ên nûçeyan ku bi zimanê Farisî û Tirkî weşanê dikin, bi awayekî berfireh êrîşî Kurdan dikin û daxwaza derbiderkirin û komkujiya Kurdan dikin.
Zexta van malperan a ji meha borî ve wiha kir ku hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê Navenda Ehmedê Xanî ya Kulturî û Zimanê Kurdî bigirin. Di dema borî de jî Govara Sirwe ku li bajarê Urmiyê derdiket, ji aliyê rejîmê ve dawî li weşana wê hat anîn.
Bajarê Urmiyê dikeve bakurê rojavayê Rojhilatê Kurdistanê û piraniya daniştvanên wê Kurd in.
Bas News