Tirkiye nexweşekî girane

Hadî Sofîzade
Baştirîn wesfa ku heya niha min derbarê Tirkiyê de bihîstiye eve ku ew welat weke qelekiye ku baskekî wê Panturkîzma liser Qefqaz û Asya Navîn, baskê din Panîslamîzma ser Ewrupa û laşê wê jî Pan Osmanîzme ku giraniya wê liser Rojhilata Navîne.
Qel bi giştî jîdirêj lê bêmirêzin. Ev qela bêmirêz niha nexweşe û hilbijartina Tirkiyê dermanê wêye.
Ebdulbarî Etwan sernivîskarê rojnameya “Rey Elyom” a Erebî di nivîsekî de bal kişandiye ser vê mijarê ku ger Tirkiye bi Sûriyê û Îraqê re lihev neke perçe dibe.
Etwan dibêje: “ Tirkiye bi tenê ne tenê nikare pêşiya parçe bûna Sûriyê û Îraqê bigire, bi xwe jî dê perçe bibe”.
Erdogan di hevpeyvîna bi kanala NTV’ a Tirkiye re heman meselê bi awayekî din îzah dike û dibêje Amerîka jibo Tirkiyê metirsiye: “Amerîka çekên wisa dide Kurdan ku bi pere jî nade me. Herwiha Amerîka û hevalbendên wê pîlanên metirsîdar jibo Tirkiyê hene”.
Weke ku min di nivîseke din de amaje pê kiribû Rûsya û Amerîka li nêzî parvekirina Sûriyê ya dinavbera xwe da bûne û cêgirê Wezîrê Derve yê Rûsiyê behsa sedemên wê kiriye.
Manewrên wan du welatan li Sûriyê dişibe balafirekî ku dizivire û amadeyî venîştinê ye.
Îmajên bersiva Amerîka bo Tirkiyê destpê bûne. Doh du senatorên Amerîkî daxwaza danîna ambargoyê bo ser Tirkiyê kirin. Ev pêşniyar qaşo jiber çend hevwelatiyên Amerîkiye ku li Tirkiyê girtîne, lê di warê siyasî de mesele ji vê mezintire. Wan senatoran gotine: “jibo bêdengiya Trump jî sinorek heye”.
Herwiha peyamên Holanda û Austriayê jibo Tirkiyê weke tîrên ku ji kevanê derketine û ber bi baskên Panîslamîzma Tirkiyê ve diçine.
Lihevkirina sê aliya di navbera Îran - Azerbayican û Rûsyayê de û kelk wergirtina wan du welatan ji Komara Azerbayicanê weke korîdorekî jibo gihiştina Îranê bo Rojhilatê Ewrupa û Rûsiyê bo Xelîcê birînek liser baskê Pantirkîzmêye.
Tevî ku ev birîn ne ewqas dijwar be jî lê Tirkiye nikare bi baskekî bifire!
Bi bîrîna baskên vê qela bêmirêz, laşê giranê Pan Osmanîzmê liser Rojhilata Navîn bûye bargiranî.
Hilbijartina pêşwexta Tirkiyê jibo firîn û vegera bo kavilane. Belkî ew qela bêmirêz bikare bifire jî, lê lazime neyê jibîr kirin ku dê xwe radestî bazê bike.
Qel ji camêriya bazan haydare, jiber vê jî di egera serkeftina di hilbijartina pêşwext de da ku bikaribe laşê xwe yê nîv mirî ji mirinê rizgar bike egera ku bi Kurdan re ji nûve dest bi prose aştiyê bike zêdeye. Tevî ku jiber hevpeymanetiya bi partiya faşîsta neteweperst a MHP’ê re ji nûve destpêkirina proseya aştiyê nayê bendewarî kirin, lê dûr nîne Erdogan piştî hilbijartinan MHP’ê bike qurbaniyê siyasetên xwe.
Jiber ku birîna liser baskê Panîslamîzmê bi hilbijartinê jî tîmar nabe.
Wergera ji farsi: Dêrsim Oremar