Tunusê Lutfî Bin Ceddo: Keçên me dibin Suriyê bo cîhada seksê

Tunusê Lutfî Bin Ceddo: Keçên me dibin Suriyê bo cîhada seksê

Wezîrê karên navxwe yê Tunusê Lutfî Bin Ceddo di Meclîsa Niştimanî ya Tunusê de axivî û daxuyand ku keçên ciwan yên Tunusî dibin Suriyê û cîhada seksê dikin.

Li gor nûçeya rojnameya El Arabiya wezîrê karên navxwe yê Tunusê Lutfî Bin Ceddo diyar kiriye ku keçên ciwan yên Tunusê di nava 20 heta 30 milîtanên cihadger de ji bo cîhada seksê dihêne berdêl kirin û li hev diguherin. Ji ber vê jî piranî bi ducanî vedigerine welatên xwe. Ceddo diyar kiriye ku ji ber ew jî li hember vê yekê bê helwestin, ew jî suçdarin.

Di meha Nîsana borî de miftiyê Tunusê Şêx Osman Battih diyar kiribû ku 13 keçên Tunusî hatine xapandin û ji bo xizmeta seksî ya şervanên cîhadê ew birine Suriyê. Battih gotibû ku eve fihuş û zîna ye.

Di meha Tebaxê de jî berpirsê ewlakariya civakî Mistafa Bin Omer gotibû ku li Rojhilatê Tunusê komekê ser bi El Qaîdê yê ku cîhada sexksê dikin têk birine.

Wezîrê karên navxwe yê Tunusê Lutfî Bin Ceddo da zanîn ku El Qaîde ji bo mirovan ji Tunusê bibe rêyeke geştiyarî ava kiriye û ji destpêka meha Adarê heta niha ji bo neçine Suriyê, qedexe danîne ser geşta 6 hezar kesan. Ceddo got ewan 86 kes jî girtine. Ceddo: ’Got ciwanên me dibin û wan fêr dikin ka çawa li gundên Suriyê talan bikin.’

Rewanbej.net