Û ez çûm Duhokê – Beşa duyem

Û ez çûm Duhokê – Beşa duyem

BEŞ 2

Belê, em roja 6’ê meha 11’an ji hewlêrê di rêya ku di nava deştê re di bin ezmanê sayî ku balafirên pir bilind difiriyan û li şênahiya jor xêtikên spî çêdikirin re diçûn ber bi Duhokê ve. Wan balafiranê ku li ser dilê Kurdistanê xêtik çêdikirin xeyala dema Seddam bi min re çêkir. Û min ji xwe re digot, bi vî awayî ku balafir ji ezmanê dûr de bi ser kurdên vê derê bombe barandine û aha li ser vê axa cûnsor bi sedan û hezaran xwîna mirovên kurdan heye niha teqez.  Bi teqereqa teksiyê ku di ser pira hesin a ser çemê Dîcleyê re ez ji xeyala xwe derketim û dema niha li pêşiya min bû dîsa û kamyonên ji dema sadam û heta niha ku ji kişandina neftê û alavên din têr nebûne dîsa di rêzê de bûn û hey ber bi Bakurê Kurdistanê û bi jêr de jî ber bi Mûsilê û Hewlêrê ve diçûn. Piştî ku em li ber dikaneke nêzî Berdereşê ku bûye wekî rawestgeheke taybet ji rêwiyan re sekinîn û me her yekê hinek tahmtitk xwarin û av vexwarin em bi rê ketin û bêhnek dirêj ya din em hatin nêzî Duhokê.

Êdî tarî ketibû erdê û lambeyên bajêr her der ronî dikirin. Ji ber ku şofêrê teksiya ku em anîbûn Duhokê nizanîbû cîhê otêlê (yan jî zanîbû lê nexwest min bibe heta wê derê), ji bêgavî min teksiyeke din girt û çûm otêla Hakar ku her dem nivîskarên tên konferans û civînan li wê derê dimînin. Ku min piyê xwe avêt hundurê otêlê, Rêveber Hesen Silêvanî, Muhemed Abdullah û yên din pêşwazî kirin. Piştî ku min cîhê xwe saxlem kir û yê ku li ba min bimîne jî wekî Yaqob Tilermenî teqez kir min rahişt alavên xwe û pênûs, rozet û berbendka dîdarê û çûm jor, çûm odeya xwe. Min alavên xwe bi cîh kir û hinekî xwe li ser nivînan dirêj kir heta ku hinekî bêhna min hat ber min.

Ku ez daketim jêr, recepsiyonê min dît ku hê hevalên Bakur nehatine lê bi tenê Zulkuf Kişanak li paldanê rûniştiye. Çûm ba wî, piştî lêprsîn û xêrhatinê ez û ew heta 2-3 seetan birçî geriyan, car caran jî bi hevalên başûr û rojava li ser piyan me sohbet kir heta hevalên me yî bakur hatin û em bi hev re çûn Azadî Restorantê (Methem Azadî) xwaringeha ku ji me re hatibû terxankirin û me xwarin xwar. Demên wisa ku mirov di valahiyê de û li bendî tiştekî an kesinan be mirov bahsa gelek tiştan û gelek kesan dike, min û Zulkuf jî wisa kiribû û ji girik û hûrik me bahsa gelek tiştan kiribû. Heta gelekî bahsa hilbijartinên berbijêrên şaredariyên deverên kurdan ku niha diyar bûne jî kir û me dema xwe bi kêfxweşiyekê bir serî. Û piştî ku em ji ser xwarinê rabûn em bêhnekê dîsa li resepsiyonê bi deh dwanzdeh hevalê Bakur re rûniştin û herwiha dem bi dem nivîskarên Rojavayê Kurdistan û Başûr jî dihatin û bi hevnaskirin û silavhildanê, bi ken û henekan vê şevê me wext qedand û her kes çû odeyên xwe.

Roja din ango roja semîneran ya yekê, serê sibehê zû em rabûn û em çûn li qatê 6’an  me taştêya xwe xwar û piştî wê jî ji bo çûna dîdarê daketin jêr, bi serwîsan em çûn avahiya Yekitiya Nivîskarên Kurd Şaxa Duhokê. Bi dehan nivîsakar qefle bi qefle dihatin hêwanê. Ji Bedirxan Sindî bigirin heta Bavê Nazê û ji Evîn şikakî bigirin heta Siyabend îbrahîm û ji Hogir Berbir bigirin heta Yaqob Tilermenî, Roşan Lezgîn û Enîse Ekincî, Selîm Temo, Rodî Zinar, Mehmet Devîren, Cîhan Yildirim, Mehmet Yilmaz, Zulkuf Kişanak, Mîran Janbar, Roşan Lezgîn, Xalid Sadînî, Mehmet Zahir Ertekin û ji sedî zêdetir, li gor gotinekê 245 nivîskar hatibûn vexwendin ji wana 90 kes ji Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bûn. Hêjayî gotinê ye ku li Silêmaniyê jî di heman rojan de festivala helbestan hebû qefleyek Helbestvanên Bakur jî (wekî Şêxmûs Sefer û hinekî din) çûbun Silêmaniyê., herwiha helbestvanên Rojava jî yên ku berê li başûr bûn çûbun Silêmaniyê. Lê belê ji êvara çûyî de hatina hinek nivîskarên Rojava bûbû nîqaşek mezin û herwiha bêhntengiyek mezin. Ji ber wê yekê jî di hemû silavdayinan de ev bêhntengî gelek caran xwe derdixist der, lê dîsa jî nivîskaran ne wekî siyasetmedaran bi xeyd lê bi nîqaşên bi pîvan dianîn zimên. Gelek nûçeyên ku bawerî pê nedihatin jî derdiketin holê û hinekan digotin PYD nehiştiye, hinekan digotin, na Pêşmergeyên Başûr nehiştine. Heta ku nivîskar Konê Reş di Facebookê de ragihand ku ew derbasî Başûr bûne lê ji Başûr kesî nehatine ew ji ber derî nebirine Duhokê. Û dawî jî ji xwe ew nivîsjkar ku digotin 25 heb in nehatin dîdarê. Lê nivîskarên Rojava ku berê wekî koçber an jî mêvan li Duhokê û deverên din yên Başûr bûn li dîdarê amade bûn.

Seet di dehan de êdî herkes li hêwanê cîhê xwe girtibûn. Pêşkeşvanê dîdarê hemû kes ji bo şehîdê kurdistanê rakirin ser piyan ji bo rêzgiritinê. Bi rastî ev cara sisiyan e ku bi vî rengî di qadeke ku ez bi azadî û bê xem bi ala Kurdistanê bi sirûda Ey Raqib dikevim rêzgirtinê. Ne wekî cara pêşîn ku di sala 2012 an de li Hewlêrê ez ketim peroşî û hestiyariyekê lê dîsa pir nêzî wê hestiyariyê min serê xwe bilind kir bi muzîkê re min jî bi hisreta 40 salî ey raqîb xwend bi nêzî 250 hevalên nivîskar re, ku hemû bi dilê şewitî bi salan li ser kurdan têkoşîna wan û êş û azarên wan mijûl bûne û hestên xwe û wan rijandine ser kaxezê wekî helbest û çîrokan der kirine. Piştî wê  seetê min ji çend hevalan pirsîbû, bawer bike wan jî gotibû ku em jî ketine peroşiyek mezin. Hilbet ji 3 perçeyên Kurdistanê û ji Rojavayê kurdistanê bi çend mêvanan re, bi rewşenbîr û nivîskarên hemû axa Kurdan re mirov têkeve rêzgirtinê û dîsa bi hisreta dehsalan ku mirovên wê derê hemiyan dikarîbû xwe ji bo wê sirûdê bida kuştin re mirov têkeve rêzgirtinê peroşî û hestiyarî çênebe gelo dê çi çêbibe?

Wekî li her deverê dinyayê ku ez bawer dikim wisa be, li vir jî pêşî axaftinên protokolê dest pê kirin; ji bo peyva serokê Herêma Kurdistanê brêz Nêçirvan Berzanî, peyva melbende giştî ya Yekîtiya Nivîskarê Kurd, peyva Parêzgeriya Duhokê, peyva Komeleya Nivîskarên Kurd ya Amedê, ya nûnerê Rojava Evîn Şikakî hemû li ser xêrhatin û daxwazên serkeftinên kurdan bûn. Wekî Parêzgerê Duhokê jî got, dabeşkirina axa Kurdistanê bûye dabeşkirina ziman û edebiyatê jî, li vir pir berbiçav xuya bû. ji ber ku bi salan e ku em dinivîsin lê hinek ji me hê nû hevdû dibînin li vê derê û ji her çar perçeyan mirov dîsa li hevdû dibanin. Di vî warî de wekî komeleyên rewşenbîri û Şaredariyên Amedê û yekîtiya Nivîskarên Kurd şaxa Duhokê jî hêjayî pesindayînê ne û ev dîdarana numûneyên demokrasiyê ne li nava kurdan.

Piştî axaftinên protokolê semînera pêşî dest pê kir. Wekî her semîneran di vir de jî hinek kes nehatibûn, wekî mînak Qedrî Yildirim ku cîgirê Rektorê Zanîngeha Artûkluyê ye nehatibû semînera xwe lê ji dêleva wî Prof. İhsan Sureya semîner da û li ser Muderisên Botanî sekinî û yê din Xalid Cemîl jî bi babeta xwe li ser bîrokeya “Xwedayetiyê” di helbestên Cizîrî de, rengên geş dan semîneran. Bi dan û stendina di der barê babetan de jî nîv seetê dom kir û  semînerên danê sibehê qediyan…

(… dê bidome…)