• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
UNHCR’ê navê welatên ku alîkariya koçberan kirine belav kir

UNHCR’ê navê welatên ku alîkariya koçberan kirine belav kir


barkirin: Êlûn 18, 2015, 2:42


Navenda Ragihandinê ya desteya alîkariya koçberan (UNHCR- United Nations High Commissioner for Refugess)ê di raporteke xwe de navê  welatên ku alîkariya koçberan kirine belav kir.

Ligor lîsteya UNHCR’ê ku ji bo sala 2015’ê hatiye amadekirin piraniya welatên cîhanê alîkariya desteya navnetewî ya karûbarê penaberan kirine.

Li gor lîsteyê navê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê (USA) yê di rêza yekemîn de ye û di Japan di rêza duyem de cîh digre, Kuwêt di rêza sêyem û Yekitiya Ewrûpayê di rêza çaremîn a wan welatan de cîh digrin.

Ligor raporta  UNHCR’ê Erebistana Siudî tenê 8 Mîlyon dolar ji bo hevkariya koçberan daye, lê Kuwaitê 121 mîlyon  dolar, ango 14  qatî Erebistana Seudî alîkarî pêşkêşî koçberan kiriye.

Canada di rêza heştem û Brîtaniya di rêza 10’ê de ye.

Di dawiya lîsteyê de navê Indînosya di rêza 92’ û Afghansitan jî di rêza 93’ê de cîh digre.

Xala balkêş ya lîsteya UNHCR’ê eve ku ji xeynî Kuwaitê navê welatên Erebî di rêzên dawiyê ya hevkariya ji bo koçberan de cîh digre, bi taybet ku piraniya koçberên cîhanê Misilmanin.

Lîsteya UNHCR’ê:

http://www.unhcr.org/558a639f9.html

dîtin: 596

Pêveker:

unhcr’ê navê welatên ku alîkariya koçberan kirine belav kir