Vê carê jî encamên hilbijartinan hate taloq kirin

Vê carê jî encamên hilbijartinan hate taloq kirin

Li herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên parlementoyê roja 21’ê Îlonê gel çû ser sindoqan. Hatibû diyar kirin ku dê 26’ê Îlonê de encamên fermî bêne ragehandin. Lê belê piştî hilbijartinan heta niha tengezariya ser sandoqan û hijmartinan berdewam dike. Vê carê jî hete gotin ku dê encamên hilbijartinan bête taloq kirin.

Der barê taloqkirina encamên hilbijartinê de serokê komîsyona hilbijartinê Serbest Amêdî ji Rûdawê re got ku encamên hilbijartinan vê heftiyê nayêne aşkera kirin. Lê belê der barê sedema taloqkirinê de Amedî ti sedemek diyar nekir.

Ji aliyê din ve berpirsê ofîsa komîsyona hilbijartinan ya li bajarê Silêmaniyê Hawrê Tofîq piştî civîna komîsyonê ya li gel partiyên siyasî jî diyar kir ku bi hêz û partiyên siyasî re li ser jimartina dengan li hev kirine û got ji bo hejmartina dengan hejmara nûnerên partiyên siyasî hatiye zêdekirin. Tofîq her wiha ragihand, ew nahêlin tu destkariyek li ser encamên hilbijartinan bê kirin. Tofîq da zanîn ku hejmara çavdêrên partiyên siyasî dê 8 kes bin û her wiha ji 12ê şevê heta sibê jî yek ji çavdêrên wan li cem sindoqan bimînin.

Li ser mijara destkariya encamên hilbijartinan de jî Hawrê Tofîq diyar kir ku ji xwe hemû partiyên siyasî dizanin çiqas deng bidest xistine. Ji ber wê jî heger destkarî jî hatibe kirin tu guhertinekê di encamên hilbijartinan de çênake.

Li gorî encamên ne fermî ên Rûdawê PDK yekemîne. Tê diyarkirin ku, hilbijartina ku rêjeya tevlîbûnê sedê 74, PDK’ê sedê 37, 97, Goranê sedê 22, 9, YNK’ê sedê 16,58, Yekgirtû sedê 9,94 û Komeleyê jî sedê 6,42 deng bidest xistine. Rêya partiyên din ên di nav de PÇDK jî heyî sedê 6,18 ye. Tê gotin ku PÇDK dê parlementerekî derbixîne.