Vedîtina 15 Genên Nû Pêkhat

Lêkolînerên ji KU Leuven, zanîngeha Pittsburg, Stanford û Pen Stateê vedîtina 15 genên nû pêk anîn. 15 genên nû xetên li ser rû û rûçikê me diyar dikin. Bi vedîtina 15 genên nû hinek karên jiyana rojane yên weke karên dadgehî, xebatên zanistî û emeliyatên birînsaziyê(cerrahî) hêsantir dibin.
Lêkolînerên cihêreng heya vê gavê her tim bi xebatên xwe hewl didan ku têkiliya lebat û xetên li ser rû û rûçikê me ya bi genekê re, mesela têkiliya çavên me ya bi genekê, tespît bikin. Lêkolînerên ji zanîngehên cihêreng tiştekî nû û nedîtî ceribandine. Lêkolîner li ser daneyên berhevkirî yên ji dîmenên 3D yên rûyê benîadem pêk dihên, hûr bûne û xwestine têkiliya DNAya xetên li ser rûyê benîadem û bi DNAya çalik û qadên teng yên li ser rûyê benîadem tespît bikin.
Bi vê awayê di DNAya me de vedîtina 15 genên nû pêk hatiye. Rûyê me bi 15 genên nû şêwe digire ku ji 15 genên nû 7 gen bi bêvil/pozê me re têkildar e. Lêkolîner pêderdixînin ku 15 genên nû yên xetên li ser rûyê me diyar dikin, dema em di malzaroka xwe diya xwe de ne destpê çalakiyên xwe dikin. Lêkolînerên ji KU Leuven, zanîngeha Pittsburg, Stanford û Pen Stateê dixwazin xebata xwe bi awayeke berfireh berdewam bikin.
Lêkolîner diyar dikin ku bi vedîtina 15 genên nû karên jiyana rojane jî siviktir dibin. Bi vê vedîtina nû xebatkarên dadgehê dikarin bi rêya DNAyê wêneyên baştir xêz bikin û lêkolîner û şêwekar jî dikarin bi DNAyê modelên baştir çêbikin. Bijîjk jî bi vedîtina 15 genên nû dikarin emeliyatên bêqusûr li ser rû û kiloxê benîadem pêk bihînin.
Çavkanî: Belga