Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Mîlyon Salî Pêkhat

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedîtina fosîla çûçikekî ya ji wê serdemê qet pêk nehatibû.
Paleontolog fosîla çûçikê piçûk çend sal berê li şûnwara Las Hoyas a li Îspanyayê vedîtibûn, lê ji ber ku teknîkên nû û pêşketî yên ji bo pêkanîna xebatên zanistî tunebûn, nedikaribûn li ser fosîla 127 mîlyon salî bixebitin û analîzên xwe jê werbigirin. Lêkolînerên ji Keyaniya Yekbûyî, Îspanya, Swêd û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi teknîka herî nû û pêşketî xebatên xwe li ser hestiyên çûçikê pêk anîne.
Ji xebatên li ser hestiyên çûçika piçûk diyar bûye ku çûçik, hema-hema bi qasî befrîkekê mezin û bi qasî deh(10) gramê jî giran bûye. Ji ber ku temenê çûçikê ne ewqas mezin e, fosîla çûçikê zanyariyên girîng ên derbarê peresîna wê ajalê radigihîne. Ji ber ku hestiyên çûçika piçûk tam negihiştibû, nedikaribû bifirre.
Lêkolîner Luis Chiappeyê ji LA Museum of Natural History wiha dibêje; “Fosîla çûçika piçûk agahiyên girîng û berfireh vedibêje, em bi xêra vê fosîlê zanyariyên li ser çûçikên li darê dinê tune ne, vedibînin. Ez bi xwe ji ber vê vedîtina fosîla çûçikê pirr kêfxweş im û dilê min jî pê pirr şabû. Em dibînin ku çûçikên a niha hene, mîlyon sal berê li ber bayê peresînê ketine.”
Çavkanî: Nature Communications