• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

VÎDEO | Li Ewrûpa Tirkên nijadperest êrîşî Kurdan dikin


barkirin: Êlûn 13, 2015, 12:12
xwendin: 255


Bi taybet piştî çalekiya Oremarê bangên rayedarên Hikumeta Tirkiyê yên dijminî dijî Kurdan, Tirkên bêqail xistin nava tevgerê de. Ne tenê li Tirkiyê li welatên Ewrûpayê jî li deverên derfet dîtî êrîşî Kurda kirin.
Beriya du rojan li Elmanya bajarê Frankfurtê nijadperestên tirk meşek lidar xistin li himber vêya Ciwanên Kurd û ew rastî hev hatin û di navbera wan de şer derket.
Li Hambûrgê kesekî Tirk ku berê xweha wî ji aliyê Kurdekî ve hatibu revandin û dîsan hatibû berdan dixwaze tirkan birêk bixe û êrîş bibe ser kargehên Kurda yên li Hamburgê.

Îro li Berna Swîsreyê Kesekî bi navê Umit Kaçan bi navgîna xwe da ser Kurd û swisreyiyên çepgir yên di meşê de. Di vê êrîşê de yek giran 5 kes birîndar bûn. Kurd û Swisreyiyên çepgir êrîş birin ser, navgîna wî parçe kirin û têra wî lê dan.
Dîmenên bûyera Bernê hatine belavkirin.
BERN/SWISRE

VÎDEOYA HEMAN BÛYERÊ JI ALIYEKÎ DÎVE

KESÊ KU ÊRÎŞ KIRÎ UMIT KAÇAN, PAŞÊ LÊDAN XWAR
umit_kacan_faist_bern
umut_kacan_hejmaranavgine

Wekî dîtir li Hannovera Elmanyayê 6 nijadperesta êrîş birin ser ciwanekî Kurd yê 25 salî û bi gelek cihan ve kêr lêdan di encama êrîşê de ciwanê Kurd giran birîndar bû, her çend di hindek parvekirinên YXK de hatibe ragihandin ku jiyana xwe jidest daye jî hîna ev nûçe nehatiye piştrastkirin.
HANNOVER

Pêveker:

vÎdeo li ewrûpa tirkên nijadperest êrîşî kurdan dikin