Washington piştgiriya civîna Barzanî û Malikî dike

Washingtonê kêfxweşiya xwe ji civîna roja çarşemê ya di navbera Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de derbirî.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Jen Psaki di daxuyaniyekê de ragihand ku ’Amerîka bi awayekî germ pêşwaziya civîna Barzanî û Malikî dike.’ Herwiha xwest gotûbêjên her du aliyan ji bo xweştirkirina jiyana hevwelatiyên Iraqê berdewam bin.
Psaki wiha axivî: “Washington piştgiriya hemû hewldanên aliyan dike ku bighîjin encameke hevbeş ji bo zêdetir hinardekirina petrolê û dabeşkirina dahatên wê bi awayekî wekhev di nava xelkê Iraqê de.”
Psakî axaftina wiha berdewam kir: “Divê hemû alî bi awayekî erênî wan civînan binirxînin û civîn pêngavek e ji bo pêşdebirina peywendiyên her du aliyan.
basnews