• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Welatiyên Amûdê Ehmed Qiço spartin Axê

Welatiyên Amûdê Ehmed Qiço spartin Axê


barkirin: Gelarêzan 17, 2015, 6:03


Amûdê_ Egîd Colî

Bi dehan hevwelatiyên bajarê Amûdê li çarxeriya li ser riya Qamişlo ji bo pêşwazîkirina termê Pêşmergeyê Rojavayê Kurdistanê, Ehmed Bozan Qiço ku di berxwedana Şengalê de jiyana xwe ji dest dabû  li hev kom bûn.

Welatiyên Amûdê bi alên Kurdî û wêneyên tekoşeran li çarxereya li ser riya Qamişlo cenazeyê Ehmed Qiço wergirtin, herwiha bi duruşmeyên ku rizgarkirina Şengalê pîroz kirin û ber bi goristana bajêr herikîn.

Asayişa Rojavayê Kurdistanê parastina merasîma pêşwaazî û veşartina pêşmerge Qiço kirin.

Ehmed Bozan Qiço xelkê bajarê Amûdê bû û nêzî du salan e ku tevlî hêzên pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê bibû, navbirî 11’ê Mijdarê di encama oparasyona rizgarkirina Şengalê de ku ji aliyê hêzên Kurdî û piştevaniya firokyên hevpeymanan ve hatibû destpêkirin jiyana xwe ji dest da.

.Amude- Rojava- Rewanbej 12233419_639975946104855_1131577830_n

dîtin: 216

Pêveker:

welatiyên amûdê ehmed qiço spartin axê