Masum Suer - Kurdidh Photographer- Rewanbej
Wênegirê Kurd Suer pêşangeha xwe pêşkêşî  Zanîngeha Sîlêmaniyê kir

 

Herî dawî pêşangehek ji berhemên wênegirê Kurd, Mehmet Masum Suer li bajarê Raniyê ya Başûrê Kurdistanê hatibû vekirin. Pêşangeh ji portreyên kesayetiyên navdar yên Kurd bi navê ‘Ên Me’ hatibû lidar xistin.
Wênegir Süer, di navbera 1 heya 8’ê Tîrmehê weke mêvanê Navenda Çand û Hunerê ya Rayal û Wezareta Rewşenbîrî bo Başûrê Kurdistanê hatibû vexwendin. Suer, di çarçoveya sempozyêmek navnetewî de tevlî xebatan bibû li Ranya û Suleymaniyê pêşangeha xwe ya bi navê ‘Ên Me’ ya portraitên navdarên Kurd vekiribû.
Wênekêşê Amedî Mehmet Masum Suer, li ser daxwaz û pêşniyara mamosteyên Zanîngeha Suleyamniyê şêwekarên navdar Dr. Rebwar Saed û Bakhtyar Saed, pêşangeha xwe ku ji 50 portreyan pêk dihat pêşkêşî Beşa Hunerê ya Zankoya Suleymaniyê kir.Suer, di derbarê de ji Rewanbêjê re got: ” Li Suleymaniyê mamosteyên hêja Dr. Rebwar Saed û Bakhtyar Saed bi pêşangeha min re pir eleqedar bûn. Mamosteyan gotin, ew li Zankoya Suleymaniyê ji bo vekirina Muzeya Hunerê amadekariyan dikin. Hem ji bo perwerdê û hem jî ji bo muzeyê wêneyên min xwestin. Min jî bi kêfxweşî û serbilindiyek mezin wêneyên di pêşangehê de cîh girtibûn diyarî wan kir.’’

Wênegir Suer, bi tevahî li ser wêneyên çand, hunera, xweza û erdnîgariya Kurdistanê dixebite. Portreyên navdarên Kurd, beşek ji xebatên wî ye ku (5) sal in berdewam dike. Heta aniha, portreyên gelek ji wan hunermend û siyasetmedar bi qasî 200 navdarên Kurd kişandine û bi navê ‘Ên Me’ bi pêşangehan gihişîne gel.
Ev pêşangeh berê jî li Bakur li bajarên Wêranşer û Amedî vebibû. Suer, di rojên pêş de dixwaze wan portreyan weke albumekê çap bike. Di nav portreyên Suer de navdarên Kurd yên weke ’’Egîdê Cimo, Aslîka Qadir, Tara Jaff, Mizgin Tahir, Arjen Erî, Sherko Jalal, Yalda Abasî, Bahman Ghobadî, Dilawer Zeraq, Houzan Mahmoud, Choman Herdî, Kakşar Oramar, Shirin Jihanî, Dr. Rebwar Saed, Felakedin Kakeyî, Prof. Mustafa Izeddîn Resûl, Inayat Attar, Dilshad Questanî, Chopy Fatah, Bariş Seyitvan, Seywan Saeedian, Walid Sitî, Cengiz Kara, Sîdar Jîr, Remzî Raşa jî hene’’.
Mehmet Masum Suerê ku weke rojnamevanekî serbixwe jî dixebite, di lîsteya ‘100 Wênegirên Herî Baş yên Cîhanê’ de cîh digire û xwedîye gelek xelatên navnetewî ye. Heta aniha li Bakur û Başûrê Kurdistanê û li Belçika û Amerikayê bi tevahî 14 pêşangeh vekirine.

Nûkirina Dawî : 26 Sep 2015 21:43

Xwendin: 205


Leave a Reply