wpid-helim_yusiv.jpg
Werin bavê min werin | Helîm yusiv

2011an û vir de, min tim ji xwe re digot; em çi nifşekî bêşens bûn. Xwezî di dema ciwaniya me ya li welêt de û berî em derbider bibin, ev guhertin çêbibûna. Min jî wekî xortekî nûhatî karîbûya li qêrîna ji bo rûmetê, meşa ji bo azadiyê û bêhnkirina kulîlkên wê yên ku hêdî hêdî li seranserê Sûriyê vedibin, kela dilê xwe hênik bikim. Lê, ev bextewerî nebû para min û kesên mîna min ku me, di qonaxa bêdengî û tirsê de, li welatê xwe yê madtirş û rûzerbûyî, çiyayên bêhêvîbûnê li pey xwe hiştin û me berê xwe da aramî û xweşikiya welatê xelkê. Min xweziya xwe bi rewşa wan xortên ku bêtirs daketin kolanan û ew bêdengiya bi dehên salan li pey xwe hiştin tanî. Xwesteka vegera welêt û beşdariya di vê meşa bi rûmet ya çûna ber bi azadiyê ve bibû mijara rojane. Hîn danûstendinên me bi dawî nebibûn, mesele weha lê hat ku piraniya wan xortên me xweziya xwe bi halê wan tanî û me ew xwedî şens didîtin, ku dîrokê derfeteke weha kiriye para wan, dev ji welêt berdan û ketin ser riya Ewrupayê. Roj bi roj pêla koçberiyê gurtir û berfirehtir bû û her kesî êdî xweziya xwe bi halê me koçberên Kevin anî, ku em xwedî şensekî mezin bûn û em li Ewrupayê bûne xwedî pasaport, me xwe zû ji nav agir xelas kiriye û em bûne niştecihên vê bihuşta ku niha bûye xewna her kesî.
Li şûna ku me dilê xwe dibijand derfeta ku ketibû destê wan, êdî ew dilê xwe dibijînin vê derfeta ku ji zû de ketiye dest me û em di nav bax û bustanên cinneta baqî de mane û kêf kêfa me ye.
Ya herî xerab jî ew e, kîjan kesê ji zû ve li Ewrupayê bi cih bûye behsa aliyên xerab yê koçberiyê bike, yekser bi vê besivê tê pêşwazîkirin; eger tu rast dibêjî were tu û zarokên xwe vegerin. Yan jî te cihê xwe li Ewrupayê xweş kiriye û tu ji me re dibêjî neyên vir. Bi vî awayî, ku ez jî yek ji wan im, bi sedan kesên ku li Ewrupayê dimînin heta roja îro ji kesekî din re negotine ku neyê vê derê. Berevajî wê, li Elmanyayê tenê bi hezaran xelkê malbat û xizmên xwe anîn û ji bo hatina wan bûne alîkar.
Ez bi xwe heta niha nebûme alîkarê hatina yek kesî, ne ji malbatê û ne jî ji derveyî malbatê, lê wisa jî di pêşiya hatina ti kesî de nebûme û nabim kelem. Ji ber vê, kî dixwaze bê Elmanyayê bela bê û bi me re beşdarî xwarina vê tirşika ku bi salane em dixwin, bibe. Tirşika bêrûmetiyê, tirşika zuhabûna giyanî, tirşika parsa bi navê qanûnê, tirşika qijak an qiralka ku dixwest bibe kew, tirşika koletiyeke modern, tirşika jiyana bi keda xelkê û berî van hemuyan tirşika koraniya xerîbiyê.
Piştî pazde salan ji derketina min a ji welêt, ji min re hat piştrastkirin ku ew gotinên her gav li ser xerîbiyê li ber guhê min diketin ne tenê silogan û helbestên stiranan bûn. Ew encama serboreyên jiyana hin kesan bû, ku divabû me bi guhekî paqij li wan guhdarî bikra.

Kî tê bela bê vê tirşikê bixwe, lê divê jibîr neke ku, di wê kêlîkê de, ya ku mirov welatê xwe li pey xwe dihêle, rûmeta xwe jî li pey xwe dihêle. Gelek ji me ji bo bidestxistina rûmetê berê xwe didin welatên xelkê, lê ji bo mirovê xwedî hest, ew rûmet dibe rewrewk û bi demê re rastiyeke weha tazî tê holê, ku ew jî ev e: Eger mirov li welatê xwe rûmeta xwe bidestnexîne, wê ew rûmet li ti welatekî din bidest nekeve. Dibe Ewrupa li şûna mala ku jidestçûye maleke din bi kirê bidin koçberekî û her meh kirya xaniyê wî bidin. Lê wê kî wê bêhna axê ya ber deriyê mala wî lê vegerîne? Dibe ku elektirîk carekê jî qut nebe, wisa jî ava germ û sar, lê wê kîjan dê, metik, xaltîk, heval, xal, ap yan jî meriv wê bê bi hewara tenetiya wî ve û rê li ber ronahiya lempeyên dilê wî veke? Dibe ku ji çaraliyên xwe ve mirov bi avahiyên bilind û kolanên paqij dorpêçkirî be, lê wê çawa karibe xwe ji çal û şikeftên hilweşiyayî yên xemgîniyê yên di hundirê xwe de rizgar bike? Dibe ku pereyên navê wan li cem dewletê “alîkariya civakî ye” û li cem penaberan “mi`aş” e her meh bidin, da ku mirov ji birçîbûn û bêperetiyê nemirin.

Lê wê kî wê rûmeta mirov ya ku her kêlîk di bin piyan de ye, lê vegerîne?. Wê kî jiyanê derbasî wî giyanê mirov bike, giyanê mirî, yê çilmisî û hişkbûyî? Dibe ku mirov karibe rengê porê xwe biguhere, lê wê çawa karibe rengê çavên xwe yan jî rengê çermê xwe biguhere? Dibe ku bi şev û roj di nav ronahiyê de be, lê wê çawa karibe xwe ji koraniya ku xerîbî dixîne çavên mirov de xelas bike?. Bi vî awayî pirs xwe dispêre pirsê.

Werin Ewrupayê, hemû werin. Werin vê tirşikê bixwin û mîna min û niha, piştî we pazde bîst sal ji temenê xwe bi xwarina tirşikê derbas kir, xwe ji vereşandinê re amade bikin.

Werin bavê min werin, erd û mal û milkên xwe hemuyî bifroşin xerîban û zû werin.

Ji bilî şerefê, her tişt li vir heye.

Werin, tirşik li ser agir e, jê bêpar nemînin.

 

JÊDER: BUYERPRESS

Nûkirina Dawî : 22 Sep 2015 8:46

Xwendin: 191