Wezareta Derve Ya Tirkiye Li Hemberî Papa Nerazîbûn Nîşan Da

Wezareta Derve Ya Tirkiye Li Hemberî Papa Nerazîbûn Nîşan Da

Wezareta Karê Derve ya Tirkiyeyê li hemberî Papa Franciscus ku daxuyaniyek derbarê tevkujiya Ermeniyan de dabû, nerazîbûn nîşan da. Papa, tiştên di salên 1915’an de li Tirkiyeyê li hemberî Ermeniyan pêk hatibû, weke “Tevkujî” bi nav kiribû. 

Wezareta Karê Derve ya Tirkiyeyê, derbarê rêberê cîhana katolîk Papa Franciscus de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Papa di 3’ê hezîranê de li Vatîkanê gotibû gotibû “Tirkiyeyê li hemberî Ermeniyan tevkujî pêk aniye”. Li ser vê yekê wezareta Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan da û wiha got: “Tirkiyeyê pêşniyar kiribû ji dîroknasên Tirk û Ermenî komîsyonek ava bibe û hemû arşîvên Ermenistan û Tirkiyeyê bi her awayî bêne vekirin û ev bûyer bê lêkolînkirin. Mixabin Papa rastiyan berevajî dike û bi yek alî li meseleyê dinêre. Tenê daxwazên dilên ermeniyan vedibêje.”

Wezaretê di daxuyaniya xwe de xwest Papa berpirsyariya xwe ya rêbertiyê bi cih bîne û di şûna sorkirina bûyeran de, zimanê aştiyê bi kar bîne.

Amed – (PNA)