WhatsApp taybetmendiya zindîaxaftinê digre nava xwe

WhatsApp taybetmendiya zindîaxaftinê digre nava xwe

Bernameya ku di van salên dawî de kete nav bernamegeriya cîhanî û pêngavên mezin avêtî bernamegeriya peywendiya navbera mirovan ya bi rêka mobîl Wahtsapp her diçe mezintir dibe.
WhatsApp di Mobile Word Congress de daxwuyanî da û got ku dê taybetmendiyeka giring bikevê nava bernamê. Li Pêşangeya li bajarê Barselonaya Ispanya de CEO yê WahatsApp ê Jan Koum daxuyaniyek da û got ku dê êdî taybetmendiya bi hevdûre zindî axaftinê jî têkevê nava whatsappê. Koum diyar kir û got ku mebesta wana ewe ku di nava hemî telefonên cîhanê de cih bigrin. Hate diyarkirin ku ji aliyê Facebookê ve kirîna bernamê dê armanca wan ya rêvingiyê ne guhere.

Bernameya Wahtsapp berî demeke kin ji aliyê Facebookê ve bi 19 milyar dolar hatibû kirîna bi bûhayekî bilind berî dû rojan 4 demhijmêran kar nekir.
WhatsApp piştî ku ji aliyê Facebookê ve hate kirîn, ji ber sedemên Ewlekariyê Welatên Ewrûpa gelê Ewrûpî hişyar kir û pêşniyar kir ku Whatsappê ji ber sedemên ewlekariyê bikar neyênin. Her çend li Ewrûpa li himber Whatsappê tirsek hebe û gumana bikaranîna NSA ya Emerîka li ser bernamê hebe jî diyare di demên pêş me de bi taybetmendiyên nû dê Wahatsapp jî wekî Facebook û Twitterê bi awayekî dî ciyê xwe di jiyana mobîl ya mirovan de bi parêze.

 

 

Rewanbej.net/teknik-zanist