Xaminêyî ji hevpeyvîna Rûhanî û Obama kêfxweş nîne.

Xaminêyî ji hevpeyvîna Rûhanî û Obama kêfxweş nîne.

Rêberê olî yê Îranê ayetullah Elî Xaminêyî diyar kir ku baweriya wî bi hikûmeta wî welatî tê lê baweriya wî bi Amerîka nayê. Xaminêyî her wiha ragihand, “ji hinek tiştên li New Yorkê qewimîne” zêde kêfxweş nebûye.

Li gorî ajansên nûçeyan ên îranî, rêberê olî ayetullah Elî Xaminêyî îro (05.10.2013) beşdarî merasima derçûna efserên artêşê yên zanîngeha şehîd Setarî ya Tehranê bû.

Di merasimê de Xaminêyî axaftinek kir û derbarê hewl û gavên vê dawiyê yên Amerîka û Îranê bo çareseriya nakokiyên xwe de diyar kir ku ew bi şanda îranî bawer dikin lê baweriya wan bi Amerîka nayê û wiha got: “Helbet em ji hinek tiştên ku li New Yorkê qewimîn jî zêde kêfxweş nebûn.”

Tê gotin mebesta Xaminêyî ji “hinek tiştan” hevpeyvîna telefonî ya Rûhanî û Obama bûye.

Li gorî Xaminêyî, hikûmeta Amerîka xwe mezin dibîne û guh nade soz û peymanan ji ber wê jî mirov nikare pê bawer bike.

Rêberê olî yê Îranê ku ji piştî hevpeyvîna navbera serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û serokê Amerîka Barack Obama cara yekê ye diaxife, destnîşan kir ku qet baweriya wan bi Amerîka nayê û wiha got: “Ji ber ku Amerîka xwe mezin dibîne û guh nade soz û peymanan û ketiye bin kontrola tora siyonîzmê û ji ber wê jî neçar dimîne bi rêjîma dagîrker (Îsraîl) re nerm be.”

Piştî ku serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ji New Yorkê vegeriya Îranê, serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Netanyahu di civîna civata giştî ya NY de axaftinek kir û bi tundî êrişî Rûhanî û dewleta Îranê kir û ragihand, bila civaka cîhanî rê nede Îranê da ku bi eqlê cîhanê bilîze ji ber ku Îran dixwaze çekên etomî çêbike.

Dema Rûhanî bo civîna civata giştî çûbû New Yorkê, di vegerê de û li gorî gotinên Rûhanî “li ser daxwaza berpirsên Amerîkî” serokê Amerîka Barack Obama bi telefonê bi wî re axifiye.

Piştî hevpeyvînê, Rûhanî û Obama bi awayekî erênî behsa gotûbêjan kirin û Rûhanî ragihand, eger Amerîka îradeya siyasî nîşan bide ew dikarin di nav çend mehan de li ser bernameya etomî li hev bikin û nakokiyên xwe çareser bikin.