Xêra Zarokên Şengalê, her tenê derxin avê

Xêra Zarokên Şengalê, her tenê derxin avê

Eva nîzîkî du mahane ji kar vedigerime malê û her tenê avê dikirim.
Avê dikirim bi dilkovanî, ku derxim xêra zarokên tî, zarokên şengalî.
Nevîyên mine beter pêşîya min da tên û mina hercar dikine hêwerze:
Te dîsa ava medenî anî? Tu dîsa xêra zarokên çîyayê Şengalê didî?

Belê, lawên mine ezîz, ez xêrê didim, xêra zarokên Şengalê derdixim!
Û wan ra dîsa şiro dikim, ku li çîyayê Şengalê zarok çawa tîbûna mirin.
Tîbûna mirin, bê zar û ziman, kirne nêze nêz û li ser erdê sar can dan.
Û lewra jî nevîyên min niha hisreta dilope avin, qedrê avê gelekî digrin!..