Xezalê di nava 20 deqîqeyan de 80 hezar dolar zirar da

Xezalê di nava 20 deqîqeyan de 80 hezar dolar zirar da


Hat diyarkirin ku li Awistiryayê xezalek kete Saziya Xizmeta Cenazeyan û di nava 20 deqeyan de zirareke gelekî mezin da ofîsê.

Rêveberê saziyê James MacLeod diyar kir ku xezalekê êrîşî xebatkarekî wan kiriye. Xebatkar jî ji neçarî cam şikandiye ketiye hundirê avahiyê. Xezalê jî daye pey wî. Xezal di hundir de, di nava 20 deqeyan de ofîs serûbinê hev kiriye. Xebatkaran bi zorê ew xistine hundirê odeyekê ancax  karîbûne rawestînin.

Heta pisporên jiyana hoveber hatine xezalê ji wir derxin, wê zirareke mezin daye odeya ku tê de girtibûn. Di encamê de xezal bi awayekî birîndar rakirin beytar.

Rêveberê şîrketa bi navê Tobin Brothers James MacLeod ji radyoya 3AW\'ê re axivî. MacLeod diyar kir ku ez vê xisara ku xezalê di nava 20 deqîqeyan de daye bawer nakim. Bi rastî jî xesareke pir mezin e. Divê tesîsat, xalîçe, mobîlya û boyaxa dîwêr bê nûkirin.

Ajansa Associated Press a Awistriyayê 
xisara ku xezalê daye wekî 100 hezar dolarên Awistriyayê (80 hezar dolarên DY) hesab kir û nivîsî.

Polêsên Awistriyayê jî diyarkirin ku di bûyerê de tu kes birîndar nebûye.