Kurdish member at AKP-Turkey-Rewanbej
Xwefiroşiya Siyasî | Nizar Buldan

Di nava civaka Kurdewarî de gotina herî giran, gotina herî zêde mirovan biçûk dixe, rezîl dike, bê nirx dike, di çavên civakê de dixe, dide aforoz kirin gotina qewade. Gotin di cihê xwede be, li şûna tu ji yekî/yekê re bêjî qewad, tu wî/wê bi kujî hin baştire. Ji ber kû qewadî bi rastî jî ji kuştinê girantire.

Qewadî bê exlaqiya herî mezin ya civakî ye. Bi wateyeke din binpêkirina nirx û exlaqê civakiye. Tune hesibandina pîroziyên exlaqiye. Li gorî kû exlaq stûna herî bingehîn ya mirov û civakêye, civaka stûna wê ya exlaqî hatî sistkirin, civaka mirovahiya wê hatî lewaz kirine.

Sîstema kapîtalist ya bi armanca kar û pere armanca xwe ya sereke kirî ji holê rakirina exlaqê civakê, hemû bê exlaqiyên herî giran kirine rewşek asayî ya jiyana rojane ya mirovan. Ji xwe li hember vê rewşê dengekê zêde bi hêz jî li holê nîne. Ji ber kû di her qada jiyanê de mirov rastî bermayî û berhemên vê bê exlaqiyê tê. Ji bazirganiyê bi gire heya leşkeriyê, ji leşkeriyê bigire heya çapemenî, jiyana civakî û siyasetê, di her qadê de bi xetên stûr çerxa vê qewadî û bê exlaqiyê tên dîtin. Weke nimûne; di gelek tv yên Tirkan de her roj bernameyên qewadiyê li ber çavên milyonan tên çêkirin. Bername bi baldariyek mezin tên şopandin. Ne tenê tirk, beşek ji kurdên me jî dibin temaşevanên fanatîk yên van bernameyên qewadiyê. Mixabin. Ev qet hêjayî me nînin.

Lê dema kû hinek li ser şaşeyên tv yan qewadiya civakî dikin, li aliyê din jî hinek kes, kû bi xwe jî Kurdin vê carê ‘’qewadiya siyasî’’ dikin. Bêyî kû şermê ji xwe bikin, rûyê wan sor bibe, xwihdan di cênîkên wan de were xwarê bê ar bê ar ji civaka Kurd di xwazin kû weke wan kesan ew jî bibin qewad. Bi fermî, bi pere û pileyên ji dewlet û hikûmeta dagirkeran werdigirin xwe dixin navbera kurdan û dewleta dagirker, dewlet qewadê mezin û ew jî qewadê qewadanin. Erkê wan qewadiye. Qewadiya siyasî. Hinek ji vana parlamenter, hinek rojnamevan, hinek siyasetmedar, hinek jî di dilê xwe de hûnermendin.

Di her fersendê de, di her dîtina şaşeya tv yê de dest bi pesnên bê şîrik yên dagirkeran dikin. Bi seetan behsa başiya hebûna dagirkeriyê dikin. Behsa başiya sîstema dagirkeran dikin. Behsa başiya dibin destê dagirkeran de dikin.

Lawo bê exlaqno; ma ev qewadî nebe çiye. Li beramber pere û pileyên hûn ji dewletê werdigirin, hûn civaka xwe, welatê xwe, gelê xwe, nirxên xwe, pîroziyên xwe, çand û zimanê xwe pêşkêşî dewletê dikin. Qet nebe qewadên nav civakê kesekî pêşkêş dikin, kesekî di firoşin, ev bê rûmete welatekî, çandekê, dîrokekê, neteweyekê pêşkêşî dikin, dixwazin bi firoşin. Qusûra me efû bikin. Ji vê gavê û şûnve hûn nikarin ji xwe zêdetir, ji aqilê xwe, ji bedenê xwe zêdetir, ji riha xwe zêdetir tenê misqalekê jî bi firoşin. Ew dema we û zîhniyeta weke we ev gel di firot çû. Agahiya we ji we hebe, hûn pir qirêjbûne. Rihê we pîse êdî.

Nûkirina Dawî : 21 Oct 2015 13:54

Xwendin: 218


Derbarê nivîskarde

Nivîskar Nizar Buldan Kurdekî Oremarî ye. Bi xwe li Gundê Oremarê sala 1982 ê di bin siya zinarên Çarçela, di nav bêhna siyabo de hatiye dinê. Oremar gundek ji wan gundên zozanên çiyayê Geverê ye. Gever; bajarê li ser sînorê welatê parçekiri, bi çiyayê morê û girê şowê xwe dighîne erda rojavayè Kurdistan lê belê rêzeçiyayên ku silavê didine Geverê berdewamiya çiyayên zagrosê ne. Ji aliyê dîtir ve gever di bin parestiana çarçela de ye. Gever wekî kezeba Colemêrgê û xwişka Şemzînanê ye. Nizar Buldan li vê deverê hatiye dinê. Sala 1994 ê heman wekî rêvingiya dîroka Kurdan bû rêvingê riya welatê xwe yê parçebûyî. Ew dîroka ku ji vî erdî diçûne wî erdî, ji vê deverê diçûne wê deverê, ji vî parçeyî diçûne wî parçeyî. Vê carê jî, ji Geverê berbi erda başûrê Kurdistanê ketibûn rê. Di nava axa xwe de bûbûn koçber, bûbûn penaber. Carinan bûbûn biyanî carinan bûbûn mêvan, carinan jî bûbûn xwediyê malê. Zilma dewleta dagirker ew ji erda wan dur xistibû. Ji sala 1994 heya 98 li wargeha Geliyê Qiyametê, Etrûş, Ninova û Nehdaran jiyaye. Ji sala 1998 ê ve li wargeha Ş.Rûstem Cûdî ya Mexmûr dijî. Wekî endamê Koma aştiyê ya sala 2009 ê çûye bakurê Kurdistanê. Hemî dibistanên xwe ji ya destpêkê hetanî bi Akademiya dîrokê û ziman li Mexmurê bidawî anîne. Beşa zanistên siyasî jî li Seleheddin xwendiye. Nizar yek ji wan mirovêne ku dibistanên dagirkeran ne xwendiye. Neha jî bi karên Kurdewarî tevdigere û bo rojname û malperên Kurdî dinivîse.

Leave a Reply