air-strikes_ Russia- Syrian- Rewanbej
Yekemîn êrişa hewayî ya Rûsyayê li dijî DAÎŞ’ê

Rûsiyê yekemîn êrişa hewayî ya xwe li dijî Grûpa Dewleta Îslamî (DAÎŞ)ê li Sûriyê pêk anî û bi merc jî tevlî hevpeymaniya cîhanî ya li dijî vê grûpê dibe.

Li gor ajansa İnterfax-Russia, rêveberereka Wezareta Derve ya Rûsiyê ragihandiye: ’’Ger mercên Rûsiyê pêk werin, Rûsiye dê tevlî hevpeymanetiya cîhanî li dijî DAÎŞ’ê bibe’’.

Ligor zanyariyan, Rûsiye dixwaze Hikûmeta Sîriyê beşek ji hewlên navnetewî ya li dijî DAÎŞ’ê be, herwiha her proseyeke leşkerî ya li Sûriyê, lazime bi rezamendiya Neteweyên Yekbûyî be.

Îro (25’ê Îlonê) Rûsiyê yekemîn êrişa hewayî li dijî DAÎŞ’ê li bajarê Heleb a Sûriyê pêkaniye û ji ber vê jî artêşa Sûriyê kariye çend kolanên bajarê Helebê kontrol bike.

Bi hevkarî û piştevaniya Rûsyayê ji Sûriyê û bihêz bûna Rûsiyê li Sûriyê, bûye sedema dilgiraniya Amerîka, Fransa û Brîtanya yê.

Nûkirina Dawî : 25 Sep 2015 20:16

Beş: Manşet, NÛÇE

Xwendin: 112


Derbarê nivîskarde

Leave a Reply