YNK biryara piştevanî û beşdarbûna Referandûmê girt

YNK biryara piştevanî û beşdarbûna Referandûmê girt

YNK`ê ligel refrendomê yeû endamên xwe ji bo wê yekê destnîşan kir.
Îro roja yekşemê, 18-6-2017`an li bajarê Silêmaniyê, di civîna Encûmena Serkirdeytiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê de, biryara pêkanîna refrendomê pejirand û komîteyên xwe ên di wê barê de, bi nav kirin.

Di civîna serkirdeyetiya YNK`ê de, li ser gelek mijarên girîng gotûbêj kirine û ji wan jî, mijara refrendomê bû ku wê li Herêma Kuridstanê birêve biçe û YNK`ê di wê civînê de, endamên xwe ji bo karên refrendomê destnîşankirin.

Hêjayî gotinê ye ku di civîna piraniya partiyên siyasî ên Herêma Kuriodstranê de ku di roja 7-6-2017`an de birêve çûbû, biryara destnîşankirina roja 25 eylonê ji bo referendomê destnîşankirinbûn, lê  Emerîka û Îran û Tirkiyê û Rûsiyayê, li hemberî biryara refrendomê helwestên xwe ên nerazîbûnê nîşandabûn.

 

Pukmedia