People Defense Unite-YPG- Rewanbej
YPG: hêzên me sê Emîrên Cebhet El-Nusre girtine

Doh (12’ê Cotmehê) Navenda Çepemenî û Ragîhandina YPG’ê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku hêzên wan 3 serçeteyên Cebhet El-Nusra li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê girtine.

Navenda Çepemenî û Ragîhandina YPG’ê herwiha diyar kir li Helebê tedbîrên ewlekariyê zêde kirine û li bajaroka Bozanê jî mayînên çeteyan bi cih kiribûn paqij kirine.

Daxuyaniya Navenda Çepemenî û Ragîhandina YPG’ê wiha ye:

– Roja 11’ê Cotmehê hêzên me li Efrînê, li hember rêxistina çete yên Cebhet El-Nusra operasyoneke taybet lidarxistin. Di vê  operasyonê de hêzên me 3 serçeyên ji wan re emîr tê gotin girtine.

– 11’ê cotmehê de her hêzên me li rojhilatê bajaroka Ên Îsa (Bozanê) ya giredayî Kobanê operasyonek  lidar xistin. Operasyona li nêzîkî gundê Şergirat a bi armanca paqijkirina mayinên çeteyan a li ser xeta derbasbûna sivîlan de danîne hat lidarxistin de hejmarek zedê ya mayinan hat bêbandor kirin.

– Ji ber ku êrîşên çeteyan li derdora bajarê Halebê zedê bûye, hêzên me li qadê tedbîrên ewlekariyê yên nû lidarxistin. Li hember komên çeteyan ku dixwazin bi kincên sivîlan bikevin nav bajarê Halebê, hêzên me rêbendên control kirinê pêşdixin.  Di du rojên dawî de, di rêbendên ewlekariya ya li ser rêya Haleb-Qestello danîne de nasnameya kesên bi navgînan derbas dibin têne kontrol kirin”.

Nûkirina Dawî : 13 Oct 2015 0:45

Xwendin: 163


Leave a Reply