Xelil- YPG Speokman- Rewanbej
YPG: Leşkerên Amerîkî nehatine Rojava

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parstina Gel YPG’ê, Redûr Xelîl derbarê îdîaya derbas bûna leşkerên Amerîka bo nav axa Rojavayê Kurdistanê got, tu hêzên leşkerên Amerîkî derbasî Rojavayê Kurdistanê nebûne û daxwaza wan jî di vê mijarê de çênebûye. lê di warê tekoşîna me ya li dijî (DIAŞ)’ê de peywendiyeke baş di navbera me û Amerîkayê de heye.

Berdevkê YPG’ê di daxûyaniya ku  ji Ajansa Sputnik a Rûsî re daye diyar kir, îdîayên ku dibêjin leşkerên Amerîkayê hatine bakûrê Sûriyê ango derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne ne rastin. Xelîl herwiha ragihand ku tu daxwazên wan yên wiha jî ji Amerîkiyan re çênebûne: “Heya niha daxwazên me yên perwerdeya leşkerî ya şervanên YPG’ê ji aliyê Amerîkiyan ve çênebûne’’.

Di beşeke axifitna xwe de Xelîl behsa peywendiya hêzên xwe bi Amerîkayê re dike û dibêje: ’’ têkiliyên me bi Amerîkayê re di şerê li dijî (DAIŞ)ê û têkoşîna dijî çeteyan de gelek başe’’.

Xelîl derbarê îdîaya şandina hêzên Pêşmergeyên Rojava, ku li Başûrê Kurdistanê perwerdeya leşkerî dîtine got: ’’Ev gotin ne rastin û tiştekî wiha çênabe’’.

Nûkirina Dawî : 18 Sep 2015 3:58

Xwendin: 143


Leave a Reply