wpid-wp-1445030637962.jpg
LEZGÎN | YPG; Peyvên Salih Muslum me girê nade

Daxuyaniyeka seyr û balkêş ji aliyê fermandarek ji yê YPG Rêdûr Xelîl ve hate dayîn.
Cara yekeme ku bi rengekî fermî YPG xwe wekî artêşeke derveyî PYD dide nîşandan.

Rêdûr Xelîl di derbarê daxuyaniyên Serokê PYD Salih Muslum yên rojên bihurî de axifî û got ku Salih Muslum nikare ser navê YPG daxuyanî bide.

Li gorî nûçeya di ANHA Rêdûr Xelîl ragihandiye û  weha gotiye; “Ne di derbarê rewş û bernameyên YPG de û ne jî di derbarê arîkarî û peywendiyên YPG yên navnetewî de Salih Muslum nikare daxuyanî bide û derbirînên wî tenê wî û partiya wî girê didin.”

Rêdûr Xelîl weha got; “Salih Muslum serokê partiyeke siyasiye lê belê em hêzeke cekdarin. Kar û bernameyên me yên leşkerî ne cihê bisporiya wî ne.”

Nûkirina Dawî : 16 Oct 2015 23:25

Xwendin: 187


Derbarê nivîskarde