• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
YPG: Rizgarkirina Reqqayê nêzîke

YPG: Rizgarkirina Reqqayê nêzîke


barkirin: Rezber 14, 2015, 1:07
xwendin: 163


Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG)’ê  Sîpan Hemo di derbarê êrîşa mezin a ser hêzên wan bo ser bajarê Reqqayê ku weke paytexta Grûpa Dewleta Îslamî DAIŞ’ê tê naskirin, ji malprea fermiya PYD’ê re daxuyanî da.

Fermandarê YPG’ê, Hemo da zanin ku ew bi hêzên koalisyonê re di nava pêwendiyan de ne û ji bo kêliya êrîşbirina mezin a ser Reqqa yê, amadekariyan dikin.

Tê zanîn ku di rojên borî de YPG’ê, YPJ’ê û Bûrkan Alfirat tevî hin Yekîneyên Artêşa Sûriyê ya Azad peyman imze kirbûn û Hêzên Sûriya Demokrat ava kirbûn. Li gor zanyariyan ev hêz ji 50 hezar şervanan pêktê û 25 hezar ji wan şervanan yên YPG’ê û YPJ’ê ne.

Armanca Yekîneya Sûriya Demokrat a yekem ewe çareserkirina pirsgirêkên welat bi awayek demokrat û avakirina pêşerojeke azad ji hemû çin û netewan li ser xaka Sûriyê dijîn e.

Hezên Sûriya Demokrat wê di heman demê de ji bo bidawî anîna Grûpa Dewleta Îslamî DAIŞ’ê li hemû deverên welat, mil bi mil şer û tekoşîn bikin.

Pêveker:

ypg rizgarkirina reqqayê nêzîke