YPG’ê encama şer û pevçûnan aşkira kir

YPG’ê encama şer û pevçûnan aşkira kir

Navenda çapemeniya Yekîneiyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekî da zanîn ku di şerê herema Çelaxa de 6 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane û nasnama 4 şervanên ku jiyana ji xwe dest dabûn, eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin dê di demek kurt de nasnama herdu şervanên din eşkere bikin.

Li gor nûçeya ajansa Hawarê, navenda çapemeniya YPG bi daxuyaniyekî dazanîn ku di şerê herema Çelaxa de 6 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane û nasnama 4 şervanên jiyana dest dabûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin wê di demek kurt de nasnama herdû şervanên din eşkere bikin.

Di pevçûnên li gundê Yûsifiyê û Cinêdiyê yên Girkê Legê 8 çekar hatin kuştin û 2 erebeyên lişkerî hatin rûxandin.

Ajansê diyar kir ku, li gorî çavkaniyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) duh 17/7 saet di 19.00᾿an de çekdarên Cebhet El-Nusra bi 2 erebeyên leşkerî êrîşî bendên kontrolê yên YPG᾿ê li gundên Yûsifiyê û Cinêdiyê kirin. Di encama bersivdayîna şervanên YPG᾿ê de 8 çekdarê El-Nusra hatin kuştin û 2 erebeyên wan hatin  rûxandin.

Li aliyê din jî Pevçûn li gundên Til Elo Xemir, Girhok, û Elî Aza yên girêdayî Til Koçer hîn dom dik û li gorî aghiyan pevçûnên herî dijwar li Gundê Til Elo pêk tên. Di encama pevçûnan de kuştî û birîndarên El-Nusra hene.

Ji aliyekî din ve, li Beşa 20’an a girêdayî Rimêlan ku li nêzî gundê Siwêdiyê yê girêdayî Girkê Legê piştî ku êrîşên komên çekdar pevçûnên dijwar derketin. Piştî pevçûnan komên çekdar ji herêmê hatin derxistin û hêzên YPG’ê bicîh bûn.

Li gundên Til Elo, Eli Axa û Girhok ên girêdayî bajaroka Çelaxa pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar ên ku duh bi êrîşên heman koman destpê kiribûn, didomin. Hate ragihandin ku di saetên serê sibehê de li van herêman pevçûnên dijwar qewimîne.

Hawar newsê daye zanîn ku, komên çekdar ên Cebhet El-Nusra her duh di saetên êvarê de 19 xwendekarên Kurd li ser riya di navber Hesekê û Til Temirê de hatin revandin.

Li gorî agahiyên ji xwendekaran hatine bidestxistin,  komên çekdar ên Cebhet El-Nusra duh di saetên êvarê de li ser riya di navber Hesekê û Til Temirê de 19 xwendekarên Kurd ên ji Hesekê revandin. Li gorî agahiyan xwendekarên ku dawî li ezmûnên xwe anînbûn, bi wesayîta taybet vedigeriyan mala xwe ji aliyê çekdarên Cebhet El-Nusra hatin revandin. Komên çekdar xwendekarên kurd birin cihekî ne diyar.

Jêder: ANHA