• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Zanîngeha Ilmenau nijadperestê tirk dur xist

Zanîngeha Ilmenau nijadperestê tirk dur xist


barkirin: Rezber 6, 2015, 8:53


Piştî ku Cemal Aydogan şiroveyeke nijadperestî li ser wêneyê H. Lokman Birlîk li ser pelê xwe yê twittere parve kir, bi sedan kesa gillî û gazin ji zanîngeha teknîkî ya Ilmenaua Almanya rêkirin û daxwaza ji kar durxistina wî kirin.
Zanîngehê di 5.10.2015 biryara lêkolînê li hemberî wî nijadperestî girt û ev mijar radestî polisên alman kiribu.

Di heman rojê de Cemal Aydogan li ser profilê xwe yê Twitter belav kiribu ku profilê wî ketiye destê hindekan û wî ev şîroveya dijî mirovatiyê nekiriye. Wek diyar dibe ev gotinên wî bi derew derketine. Ji ber wê hindê jî zanîngehê biryar da ku wî jî doktorvaniye durbixe heya encama Polis di derheqê wî de bide.
Herwuha rêvebirîya zanîngehe carek din di belavoka xwe de anîye zuman, ku ew ti awayî şîroveyê dijî mafê mirovatîyê qebul nakin.

dîtin: 107

Pêveker:

zanîngeha ilmenau nijadperestê tirk dur xist