• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Zaningehê dijî wî nijadperestî lêpirsîn destpê kir

Zaningehê dijî wî nijadperestî lêpirsîn destpê kir


barkirin: Rezber 5, 2015, 7:38


Zanîngeha teknîkî ya Ilmenau ya Elmanî li hemberî nijadperestekî tirk lêpirsîn da destpêkirin.
Cemal Aydogan, xwendevanê doktorîyê, di Twitter de şanazîya xwe bi wêneyê xortê Kurd nivîsî bû , yê ku Polisê rejima Tirk pey otomobilê de dabû kişandin. Ev peyama wî bala gelek çalekvanên Kurd kişand. Piştî vê bûyerê bi sedan ji wan çalakvanên Kurd gillî û gazindeyên xwe li ser malpera zanîngeha teknîkî ya Ilmenau anîn ziman û ji zanîngehê xwestin ku vî nijadperestî ji xwendingehe dûr bixin û bi rêya makezagonî dijî wî derkevin.

image

Cem Aydogan di şîroveya xwe de li ser wêneyê şehîd H. Lokman Birlîk nivîsand bu: „Gelo çi bu ye ku Polis û leşker bi aramî kuçikê xwe bigerînin?“  “Ne var bunda asker, polis özgürce köpek gezdiremiyecek mi?”

image

Piştî ku ew rexne li ser malpera Zanîngehê hatin weşandin Zanîngeha teknîkî ev gotar belav kir: 
Xwendevanekî doktoreyê yê  zanîngeha Ilmenauê li ser malpera nûçegihanîyê ya Twitter şîroveyeke dijî mirovatiyê di derbarê pirsgirêka Kurd li Tirkîyê kirîye.

Rêvebirîya Zanîngeha teknîkî ya ilmenau bi awayêkî tund dijî wan gotinê wî kesî ye.

image

A neha zanîngeh ligel Polisan dest lêkolînê kiriyê û dixwazin bibîhîzin gelo ev şîrove ji hêla wî xwendevanî ve hatiye nivisand.  Di heman demê de ji wî xwendevanî pirs têne kirin. Heke ew gillî û gazinde werin piştrastkirin, ewê zanîngeh dijî wî gilîyê makezagonî di dadgehê de bike. 

Zanîngeha teknîkî ya Ilmenau jibo vizyoneke cîhaneke yek malbat bi aştîyane û hevgirtî kar dike.Her hûsa di bin sêya parastina mafê mirovan de bi her cûreyên xwe wek parastina netewa her mirovî, olî û cinsî de tev digere.

Wergêr : Eyup Demir

dîtin: 256

Pêveker:

zaningehê dijî nijadperestî lêpirsîn destpê kir