Zarok dayîkê ji penceşêrê diparêze

Şîrê dayîkê, zarokan ji nexweşiyan diparêze. Her wiha dayikan jî ji pençeşêra pêsîr û malzarokê diparêze.
Midura Enstîtuya Tenduristiyê ya Gel a Zaningeha Hacettepeyê Prof. Dr. Hîlal Ozcebe, bi munasebeta 1-7 Cotmehê Heftêya Şîrê Dayîkê bi nûçegîhanê AAyê re daxuyand ku şîre dayîkê him ji bo tendurustiya zarokan him ji bo tendurustiya dayîkan pir baş e. Ozcebeyê diyar kir ku şîrê dayîkan hem ji bo xurtbûna bunyeya zarokan hem jî ji bo têkilîyên bi mirovan re yên di pêşerojê de baş e û heta ji dayikan tê heya 2 saliya zarokan, wan bidin mêjandin dê baş bibe.
Şîrê dayîkan ji bo zarokan xureka herî baş e. Divê 6 mehên ewil zarok bi tenê bi şîrê dayikan bên xwedîkirin. Lewra zarok bi şîrê dayikê, bi awayekî tendurist mezin dibin.
Ozcebeyê got her wiha di ciwaniya xwe de jî zû bû zû bi nexweşiyan nakevin. Ji ber vê yekê daxwaza me ji dayikan ev e: “Divê hetanî 6 mehan zarok bi şîrê dayikê bên xwedîkirin û piştî 6 mehan bi şîrê dayikê re hin xurekên din jî bidin zarokan. Lê divê zarok hetanî 2 salan bi şîrê dayikê bên xwedîkirin.”
Divê zarok, saetekê piştî ji dayik bûnê şîrê diya xwe bimêjin, bi vê mêtinê şîrê dayikê zêdetir dibe. Ozcebe got ku, di meha ewil de zarok çiqas bixwaze divê dayik şîr bidê û ev pir baş e.