• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Zarokên Şengal û Kobanê di Festîvala Busanê de bîner girandin

Zarokên Şengal û Kobanê di Festîvala Busanê de bîner girandin


barkirin: Rezber 5, 2015, 1:53
xwendin: 892


Belge fîlma ’’Life on the Border – Jiya Ser Sînor’’ ku ji aliyê heşt zarokên Kobanê û Şengalê hatiye amade kirin û projeya sînemakarê navdarê Kurd, Behmen Qubadî ye di 20.Festîvala Navnetewî ya Busanê ya fîlman de li Koriya Başûr piraniya beşdar girandin.

Belge fîlma ’’Life on the Border- Jiyana Ser Sînor’’ projeyeke Behmen Qubadî û Kompaniya Mij Fîlm e ku ji aliyê heşt zarokên Kobanê û Şengalê ve hatiye amade kirin, di yekemîn nimayişa xwe ya cîhanî de, du caran bi amade bûna Qubadî û çend derhênerên Koriya Başûr di beşa kuerte filîman de hate nîşandan û bi başî hate pêşwazî kirin.

Heşt zarokên şengal û Kobanê ku fîlm amade kirine ji ber nebûna pastportê nekarîn di 20.Festîvala Fîlman a Busanê de beşdar bibin.

Qubadî piştî nîşanddana film got: ’’ Ger îmkanên baş li ber dest zarokan de hebin, bêguman dê fîlmên baştir jî çêbikin. Niha hemû Kurd zimanekî hevbeş dixwazin ku jê bêparin, lê lazime bi riya ziman û kulturê ev nêzîkatî di navbera wan de çêbibe’’.

Qubadî herwiha got: ’’ Lazime Kurd xwedî welatê xwe bin, ger raya giştî ya cîhanê hevkariya vê daxwaza Kurdan nekin, cardin komkujiyên mezintir bi serê wî gelî tê û vê demê lazime ev berpirsyar û bersivderên wan bûyeran bin’’.

Hêjayî gotinê ye belgefîlma ’’Jiyana Ser Sînor’’ roja yekşemê (26’ê Temûzê) ji aliyê Rêxistina Efûya Navnetewî û di hefteya Mafê Mirovan de li hola sereke ya Koşka Spî ya Amerîkayê de li bajarê Washington’ê bo Serokkomarê Amerîkayê, Barack Obama, diplomat, siyasetmedar û berpirsinên bilind yên wî welatî hate nimayiş kirin.

 

DIRECTOR:

Hazem KHODEIDE, Zohur SAEID, Basmeh SOLEIMAN, Delovan KEKHA, Diar OMAR, Mahmod AHMAD, Rounahi EZADDIN, Sami HOSSEIN.

PRODUCER:

Bahman Ghobadi ,Golriz Ehtiati.

EDITOR:

Shabnam Hosseini.

Pêveker:

zarokên Şengal û kobanê di festîvala busanê de bîner girandin