Zerdeşt li kunca meyxanê

Di kopê wî da
Ol di bine nîşanên-ba-u-barrovan
Stêr yê hinek navan digirin, wek mirovan
Di qulaçên meyxanê da bade dinoşî
Dêmê yarê di nav meyê da dihate dîtin
Mey ji avirrûyyan dirrevî/ tim reş bibû
Hêl û hingamên xurrsitî dîmen dixwarin
Di ariya dil, di şariyan lêv
Gişt hevokên li hev civandîn
Dilop-dilop di mey diheldkirin
Tim sawîr bû, ji mey ditirsiya teva hovan.
Ramwîsanan, bi lêvên xwey di agirîn ji şevê didizî
Serbora sergerrekî kurd
Di nav kirîskên çavên xwe da dixendqînî
Perên dîwana şairek, di cerigê xwe da hindabûy û…
Hozaneka zeredeştî û peyvên bi beha
Di sola xwe da diperçqînî
Rê û rêbarên şkefta berze û
Pîr evîndarên agirîn
Tev serbûrên li ser me bûrîn vedigerrînî
Zikê çiyan di kelêşî
Xwe pirt-pirt dikey tu naêşî
Ker û pirtên xwe diçînî
Çiya di dey êk
Xuh û têhina di zikê wan da di bîte moran
Derdikevît û di bîte evir, jê dihêt baran
Tu şîn dibî-mîna-çiya di peqînî.
Tu dizanî, hindek caran tu di bî ye dar
Pîrejinek kevin û navdar
Ji serê kezyên te xûyane, tim çîvanok
Ji qurmçkên xwe dayine hawîr çavên te
Hingameka kiz damayî, vedigêrrît û dikete dîrok
Şevarînkan lêvên aşopên me xwarin
Joreka tariya berteng, dikuloxê te da diyar e
Avirwyên pîrekî navisal
Gurriya çirayek bê heval
Ji çavên te, dihêne derê û zirav-zirav dibine tîrok.
— Hey!… Tu kengî welê hatî xwe nasinekey!!
Yan… Tu destê xwe bidey…
Patka zerdeştî û… Devê wî ji memkên xwe vekey!!
Li bendaveka kwîra tarî
Keval şkestin bi êkcarî
Destê xwîşkê, di ser stoyî rayî havêtî bû
Girrê eşqê, di hinavên bînerên vê şanoyê da
Bêdengiyek êkcar mezin hingafit bû
Li wêrê viyan têkihelî bû
Hey… Dê were, dê avirrûyya min kehîkey.
29/2/ 1988 Dihok